Fillistîniyên ku hatin kuştin bûne 45

Leşkerên Israîlê gule li çalakiyê reşandin, ku çalakvanan dixwestin mafê penaberan were naskirin da ku vegerin. Di encama gulereşandinê de 4 Filistîniyên dî jî hatin kuştin.

Li ser sînorê Xazeyê yê li ser sînorê Israîlê ji 30’ê Adarê ve çalakî ji bo mafê vegerê têne kirin. Filîstînî 1948’an bi avabûna Israîlê re yan ji welatên hatibûn derxistin an jî reviyabûn. Her heftî roja Înê ‘meşa mezin a vegerê’ tê kirin û artêşa Israîlê êrîşê tîne ser çalakiyê.

Di çalakiyên Îna 5’an de bi hezaran Filistînî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya 27’ê Nîsanê, roja Înê de 4 Filistînî bi guleyên leşkerên Israîlê hatin kuştin. Di nav wan kesan de zarokekî 15 salî jî heye, yê bi navê Azzam Owedî. Roja Înê li rojhilatê Han Yunusê gule ji serê xwe xwaribû.

Ji 30’ê Adarê ve heta niha leşkerên Israîlê 45 Filistînî kuştine. Di nav yên kuştî de du nûçegihan jî hene. Di êrîşan de ji 5 hezaran zêdetir kes birîndar bûn.