Fîlîstîniyan piştî 103 salan doz li Brîtanyayê vekirin

Fîlîstîniyan doza tazmînatê li Deklarasyona Balfoûrê vekirin ku beriya 103 salan Brîtanya Mezin bi rêya vê peymanê destûr da avabûna dewleteke Îsraîlê. Fîlîstînî îdîa dikin ku ev peyman bûye sedema êş û azaran.

Bi navê Asambleya Neteweyî ya Kedkarên Serbixwe ya li Ramallahê Mûnîb El Masrî ragihand ku parêzerên wan li dijî Brîtanya Mezin doz vekirine.

Doz li dadgeheke li Nablûsê ya li Şerîa Rojava hate vekirin û hate ragihandin ku Brîtanya berpirsyarê 'êşên' gelê Fîlîstînê ye, lewma divê tazmînatê bide.

Di serlêdanê de hate ragihandin ku deklarasyona sala 1917'an ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê wê demê yê Brîtanyayê Arthûr Balfoûr ve hate îmzekirin, ji bo avakirina Îsraîlê ya sala 1948'an gava destpêkê bû. Di serlêdanê de hate ragihandin ku piştî ragihandina dewleta Îsraîlê 750 hezar Fîlîstînî ji cih û warê xwe bûn. Di serlêdanê de hate îdîakirin ku Deklarasyona Balfoûrê berpirsyarê şerê kub i dehan salan dewam dike.

Di dozê de ji bo gelê Fîlîstînê daxwaza tazmînatê tê kirin.

Di deklarasyonê de ku sala 1917'an Balfoûr ji lordekî naskirî yê siyonîst Lord Walter Rothschîld re hate şandin, işaret bi mafê bicihbûna Îsraîlê li warekî neteweyî dihate kirin.