Filistinî dest bi greva giştî dikin

Filistînî li dijî yasaya ku Îsralî weke ‘Dewleta-Netew Yahûdî’ dibîne, dest bi greva giştî dikin.

Li Rojavayê Şerîa, Xazze û Rojhilatê Qidûsê ku Îsraîlê bi dagirkeriyê bi xwe ve girêda deriyên dibistan û cihên kar bi giştî hatin girtin.

Tê payîn ku li  bajarê Ramallah ê Rojavayê Şerîa û bajarê Jatt yê Ereb lê dijÎn ku dikeve bakurê Îsralê çalakiyên protestoyê bên lidarxistin. Sedî 17.5 nifûsa Îsraîlê ji Ereban pêk tê. Ev ew Ereb in ku piştî avakirina Îsraîlê li ser xaka xwe mane.

Yasaya ku Îsraîlê weke ‘Dewleta Yahûdî’ qebûl dike roja 19’ê Tîrmehê bi desteka Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li Parlamentoyê hatibu erê kirin. Ev yasa tenê maf dide Yahûdiyan ku qedera xwe diyar bikin û yekane zimanê fermî jî Îbraniye. Zimanê Erebî ku xwedî statuyekî taybete weke zimanê fermî nayê dîtin.

Bi vê grevê  ji bo welatiyên gundê Han El Ahmer yê Rojavayê Şerîayê destek tê dayîn. Gundê ku 200 kes lê dijî ji aliyê Îsraîlê ve weke îllegal hate nirxandin û mehkumî hilweşandinê hate kirin.