FED'ê faîz rakir, Trûmp ne razî ye
Benqeya Navendî ya DYA'yê( FED) vê salê sê caran faîz rakir, Serokê DYA'yê Donald Trûmp helwest nîşan da.
Benqeya Navendî ya DYA'yê( FED) vê salê sê caran faîz rakir, Serokê DYA'yê Donald Trûmp helwest nîşan da.
FED'ê duh bi daxuyaniyekê polîtîkaya faîzê bi 25 baz puanî rakir, ragihand ku li navbeyna 2 û 2,25'an danî. Serokê FED2'ê Jerome Powell îsal ev cara sêyan ku faîzê radike.
Bi biryara FED'ê armanc ew e ku nehêlin ku bi reforma bacê ya radîkal a Trûmp aborî zêde 'germ' bibe. Li gorî Powell bi zêdebûna îstîhdamê re biryara rakirina faîzê bûye mecbûrî.
QESRA SPÎ BI HELWEST E
Tê zanîn Qesra Spî li dijî vê biryara faîzê ye, Trûmp jî daxuyaniyeke bi vê çarçoweyê da. Trûmp got ji ber sedema ku aborî 'baş diçe' biryara rakirina faîzê hatiye standin û got, ew ji biryarê 'ne yî dilxweş ' e. Trûmp got li şûna rakirina faîzê deyn werin kêmkirin çêtir e.
Hin pispor dibêjin ji ber sedema bacên zêde yên gumrukê yên malên ku ji derve tên, FED neçar maye ku faîzê rake.