FARC û ELN: Em dilsozê pêvajoya aştiyê ne

FARC û ELN û du tevgerên mezin ên gerîla yên li Kolombiyayê ne, eşkere kirin ku ew ê di dema hikumeta nû ya piştî hilbijartinê de jî dilsozê pêvajoya aştiyê bin.

Heyetên FARC û ELN'ê ji nişka ve li Kubayê civîneke ji bo du rojan lidar xistin û daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de hat xwestin, hêzên cuda yên tevlî nîqaşên li ser hilbijartinên Gulana 2018'an dibin, beşdarî hewldanên heyî yên çareseriya siyasî bibin.

Mezintirîn tevgera gerîla ya Kolombiyayê FARC'ê, ji bo dawî li şerê çekdarî yê herî kevn ê li Latîn Amerîkayê bîne, di Mijdara par de bi hikumetê re peymana aştiyê îmze kir. Danûstandinên navbera tevgereke din a gerîla ELN û hikumetê jî, hê dewam dikin.

Şefê FARC'ê Rodrîgo Londono, ku bi navê Tîmoşenko tê naskirin û rêveberê ELN'ê Nîcolas Rodrîgûez diyar kirin, ji bo banga şer a rastgirên tund zerarê nede pêvajoya aştiyê û pêvajoyê xera neke, ew ê bikeve nava hewldanan.

Rastgiriya Kolombiyayê, ku Serokkomarê berê Alvaro Ûrîbe pêşengiyê jê re dike, bi tundî peymana bi FARC'ê re rexne dike û şer sor dike.

ELN'ê ragihand, ku ew ê dilsozê pêvajoya aştiyê bin û diyar kir, beriya hilbijartinên giştî yên Gulaan 2018'an, nabe ku hikumetê re peymanek bê îmzekirin.

Li Kolombiyayê di şer de ku bi qasî nîv sedsal e dewam dike, herî kêm 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 60 hezar kes winda bûn û 6.9 mîlyon mirov neçarî koçberiyê hatin hiştin. Li aliyekî vî şerî tevgerên gerîla yên çepgir heye, li aliyê din jî komên rastgir ên paramîlîter û hêzên dewletê hene.

Ji afirînerên bingehîn ên pêvajoyên aştiyê yên bi FARC û ELN re Serokkomar Jûan Manûel Santos, piştî wezîfeya xwe ya heyşt salan di Tebaxa 2017'an de dest ji desthilatdariyê berdide. Li gorî Destûra Bingehîn a Kolombiyayê, Santos nikare careke din bibe namzet.