Facebookê rengê xwe diyar kir: Parvekirinên Trûmp ranake

Facebookê ragihand ew parvekirinên Trûmp ku Twîtterê 'etîket' kiribû ranekin, li ser vê tê şîrovekirin ku tora medyaya civakî 'rengê xwe diyar kiriye'.

Rojên bihurî ji parvekirinên Trûmp ên li ser rûdanên Mînnesotayê hişyarî lê hatibû kirin, li ser vê Trûmp biryarnameyeke ku wê organên medyaya sosyal sînordar bike îmze kiribû.

Twîtterê parvekirineke Trûmp bi gotina 'hewceyî bi piştratkirinê ye' û yeka djî ji bi sedema, 'pesindariya tundiyê ye' etîket kiribû û vê deng dabû. Rêveberiya Twîtterê cara pêşî derheqê lîderekî li pêş helwesteke wiha nîşan dabû.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji ber rûdanên li Mînnesotayê  Twîteke Trûmp etîket kiribû, li ser vê Trûmp jî gotibû

Trûmp raperînan bi kuştina George Floyd kiribû hincet û gotibû, ''Em ê her cure zordariyê kontrol bikin lê ku li talanê bixin wê demê çek wê werin şixulandin.''

Damezerînerê Facebookê Mark Zuckerberg ji Fox Newsê re axivî û got, gotinên Trûmp 'rîska nêzîk' in û diyar kir ji bo ku parvekirinên Trûmp jê bibin divê tehdîna 'talokeya nêz' hebe û li nûçeyên derew xwedî derket. Zuckerberg got Facebook wê nebe 'hakemê rastiyê''.

Şîrovekar û bikarhênerên medyaya sosyal ev helwesta Zuckerberg weke 'rengê xwe diyarkirin'ê ya ji bo hilbjiartina Seroktiyê ya Mijdarê dîtin.