Ewropaya Navîn rû bi rûyê Bahoza Borîsê ye

Ewropaya Navîn li gel Bahoza Borîsê bi felaketeke lehiyê ya mezin re rû bi rû ye.

Pisporên meteorolojiyê, hişyariyê didin ku wê li Polonya, Çekya, Awûstûrya û Slovakyayê baranên zêde bibarin.

Tevî ku rayedarên herêmê li hemberî felaketê tedbîran distînin, çalakiyên çandî jî hatin betalkirin û tesîsên avê jî hatin valakirin.

Serwîsên meteorolojiyê yên Çekya û Polonyayê dibêjin ku wê li hin herêman ji bo her metrekareyê 400 lître baran bibare û li gorî serwîsên Avûstûrya û Slovakyayê jî ev hejmar bi qasî 200 lîtreyî tê texmînkirin.

Bi taybet li bajarên Polonyayê ên weke Opele û Wroclawê ên li ser Çemê Oderê ji bo lehiya mezin hişyarî tên dayîn.

Li gorî meteorologan dibe ku ji Polonya heya Hirvatistanê lehiyeke mezin pêk were û tê payîn ku li Bavyera, Swîsre, Avûstûrya û Tirolê zêde berf bibare.

ARTÊŞ AMADE YE

Serokwezîrê Awûstûryayê Karl Nehammer hişyarî da ku pileya bilindahiya ava Çemê Tûnayê gelekî zêde bibe û da zanîn ku ger hewce bike 1000 leşkerên wan ji bo midaxileyê amade ne. Her wiha artêşa Slovakyayê û tîmên wan ên rizgarkirinê jî ji bo felaketan xwe amade kirine.