Ewropa ji Covîd-19'ê bêhtir bi birçîbûnê re hevrû bûye

Li Ewropayê, ku Covîd-19'ê pir bandor li ser kiriye, bi milyonan mirov nema karin zikê xwe têr bikin.

Ji ber sedema hêla vîrûsa koronayê ku bi xwe re krîza aborî aniye, li Ewropayê bi milyonan mirov birçî dimînin.

Ji ber ku derketina derve hatiye sînordarkirin xebata ekonomîk bi xilbeyî sekiniye û ji ber vê jî bi milyonan mirov ji bo demeke kurt bêkar mane û bi milyonan mirov jî bi temamî ji karê wan ji dest çûye.

Li Italyayê ku krîzê derbeke giran lêda, bêhtir jî bandora xwe li ser derdorên hejar kir. Tê gotin li Napoliyê ku ji hêla asta dahatê ya welêt ve li herî paş e gelek mirov nikarin qûtê xwe yê rojê jî peyda bikin.

Her wiha tê diyarkirin fona 400 milyon Euroyî ku hikûmetê ji bo alîkariya qût û hwd. terxan kiribû têrê nake.

Li Spanyayê jî tenê van 3 mehên dawî 300 hezar kes ji karê xwe bûne.

LI INGILISTANÊ 1,5 MILYON KES BIRÇÎ NE

Li Ingilistanê jî ku 16 ji 100'î yê nifûsa wê nikare qûtê xwe peyda bike, karantîna 23'yê Adarê dest pê kiribû.

Li gorî ankêta saziya bi navê Food Foundatîonê ji 23'yê Adarê û vir ve derdora 1,5 milyon kesî ji 23'yê Adarê û vir ve bi kêmanî rojekê qet xwarin nexwarine.

Li gorî ankêtê 8 milyon kes bi kêmanî danekî xwarinê naxwe an jî xwarina xwe kêm dike.

DIBISTAN HATIN GIRTIN, ZAROK BIRÇÎ MAN

Yek ji sedema ku zorê li malbatên desteng û bêkar dike jî girtina dibistanan e, ji ber ku hema hema li hemû dibistanan xwarina nîvro didan zarokan û vê jî barê malbatên rewşa wan ne baş sivik dikir. Bi girtina dibistanan re tê zanîn zarokên malbatên hejar bi kêmanî danekî nikarin xwarinê bixwin.

Yek ji wan welatan ku bi milyonan zarok têr naxwin Fransa ye.  Nexasim li hin bajar û taxên Fransayê tê gotin rewş krîtîk e. Li bajarê Seîne-Saînt-Denîsê Meclîsa Giştî ya Bajêr biryar li ser da ku ji bo carekê 60 Euro alîkariya qût bide her yek ji 25 hezar xwendekarê dibistana navîn.

Hikûmeta Fransayê jî ragihand serê zarokê wê 100 û 150 Euro bidin malbatên ku alîkariya sosyal distînin.

Li gorî Şaredarê bajarê Clîchy-sous Boîsê Olîvîer Klelîn, dibe ku li deverên hejar raperîn çêbibe.

Kleîn got, hin pevketinên li Parîsê û derdora wê dibe ku li bajarên din jî berbelav bibe.