Ewlekariya sînorê navbera DYA û Meksîkayê mijara nîqaşê ye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump bi hezaran endamên artêşê şand ser sînorê Meksîkayê. Meksîkayê jî nerazîbûneke tund nîşanî van tevdîran da.

Donald Trump, ku ji bo pêşî li derbasbûna koçberan û qaçaxçitiya narkotîkê bigire dixwaze li ser sînorê Meksîkayê dîwêr bide lêkirin, ragihandibû ku heta dîwar bê lêkirin wê ji bo parastina sînor Mihafizên Neteweyî yên artêşê li ser sînor bên wezîfedarkirin. Trump duh ragihand ku 2 heta 4 hezar leşkerên ji van yekîneyan wê ber bi sînorê Meksîkayê ve bêne şandin.

Rêveberiya Meksîkayê nerazîbûn nîşanî vê biryara Serokê DYA da. Serokdewletê Meksîkayê Enrique Peña Nieto diyar kir ku helwesta Donald Trump a li dijî wan 'tehdîtkar' û 'dûrî ji hurmetê' ye.

Nieto bal kişand ser zor û zehmetiyên têkiliyên navbera her du welatan û got, "Lê belê ev yek ji helwestên tehdîtkar û dûrî ji hurmetê re nabe hincet."