ETA’yê çekên xwe radestî Fransayê kir

ETA ya ku ji bo xweseriya welatê Baskê têdikoşe beşek ji çekên xwe radestî edaleta Fransayê kir.

Rojnameya El Mûndo ya Îspanyayê ragihand ku rêxistina ETA’yê çekên xwe radestî edaleta Fransayê kir. Ev agahî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bayonne ya herêma Pyrénées-Atlantiques ya Fransayê ve jî hate piştrastkirin.

Serdozgerê Komarê yê Bayonne Samûel Vûelta Sîmon ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re axivî û got ETAyê beşek ji çekên xwe li başûrê Baynonne danîne.

Radestkirina çekan a heman şêweyî di meha Sibatê de jî pêk hatibû. Li cihê ku hatî diyarkirin çeka roketê hatibû ditîn.

Tê payîn ku ETA di meha Gulanê de xwe fesh bike. Hate ragihandin ku roja 4’ê Gulanê wê bi heman armancê li komuna Cambo-les-Baîns a Fransayê civîneke navnetewî were lidarxistin.

ETA ya ku di dema dîktatorê faşîst Francîsco Franco de hatibû avakirin, di sala 2011’an de dev ji têkoşîna çekdarî berdabû.