Ermenistan ji bo kirîna çekan ji Fransayê peymanek îmze kir

Ermenistan di pêvajoyekê de ku hewl dide têkiliya xwe bi Moskowayê re kêm bike û aloziyên leşkerî li gel Azerbaycanê heye, ji bo kirîna çekên suîqestê bi şirketa PGM’ê ya Fransayê re peymanek û ji bo perwerdekirina efserên Ermenî nameyeke nêtê îmze kir.

Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê Suren Papîkyan li gel Wezîrê Hêzên Çekdarî yên Fransayê Sebastîen Lecornu di civîna çapemeniyê de got, ''Ermenistanê fikra modernîzkirina artêşê pejirandiye, em ê çavkaniyên xwe û alîkariya welatên hevkar bi kar bînin, ji bo parastina van sînoran em ê hemû rêbazên aştiyane bikar bînin.” 

Di daxuyaniyê de nirxê kirînê nehat diyarkirin.

Fransayê di heman demê de soz da ku wê 5 leşkerên Ermenî li akademiya leşkerî ya Saint-Cyr Coetquidan perwerde bike û ji bo perwerdekirina efseran piştgiriya xwe pêşkêş kir. 

Wezîrê Fransayê, diyar kir ku ew ê ji bo ‘êrîşeke muhtemel ên çekdarî’ li dijî sivîlan ên Ermenistanê şêwirmendekî leşkerî yê pispor wezîfedar bikin.

Lecornu, di civîna çapemeniyê de li ser pirsa xirabûna têkiliya di navbera Erîvan û hevkarê wê yê dîrokî Moskowayê de jî got, Ermenistan ‘Hewl dide bi hevkarên rastîn ku karibin ewlehiyê misoger bikin têkiliyê ava bike.”

Ermenistan ji bo hêzên leşkerî ku li gorî dektrîn û standartên Sovyetê teşe girtibû dest bi pêvajoyek reformê kir. Li gorî Papikyan, hevkariya bi Fransayê re ku piştî Ermenistan di sala 2020'an de bi Azerbaycanê re şer winda kir dest pê kir, ketiye "qonaxa pratîkî" û "di rewşa heyî de xwedî wesfeke sistematik û berfireh e.”