Erdogan ê ku wesayîta zirxî ya bankayê lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Çinar a Amedê wesayîta zirxî ya bankayê li Mûstafa Erdogan yê 68 salî qelibî û ew kuşt.

Li navçeya Çinar a Amedê wesayîta zirxî ya bankayê ku nasnameya şifêr diyar nebû dema sewqiyata pereyan dikir li çerxerêya Mizgefta Dortyol ya navenda navçeyê li Mûstafa Erdogan (68) qelibî.

Erdogan ê ku bi giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Çinar a Dewletê û tevî hemû mudaxleyan jî nehate rizgarkirin.