Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) diyar kir ku divê bi lez xirbeyên nêzîkî 2.5 milyon tonî werin rakirin.
Nûnerê UNDP’ê yê Myanmarê Titon Mitra da zanîn ku hê jî gelek welatiyên ku ji ber tirsa erdhejê nikarin vegerin xaniyên xwe, li stargehên demkî dimînin.
BINESAZÎ HILWEŞIYA
Ji ber xaniyên nesaxlem li herêmê zirareke mezin rû daye. Li gorî dîmenên ji peykê rewşa herêmê hate nirxandin û hate diyarkirin ku piştî erdhejê li gelek herêmên pergala veguheztinê têk çûye, welatî nikarin ava vexwrinê ya paqij peyda bikin û şert û mercên welatiyên nexweş gelekî xirab in.
Titon Mitra da zanîn ku pêwistiya herî mezin avakirina xaniyên saxlem û sererastkirina binesaziyên girîng in.