Namzetiya Ûkrayna û Moldovayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê hate erêkirin

Yekîtiya Ewropayê bi fermî Ûkrayna ku bi Rûsyayê re di nava şer de ye, xiste nava welatên namzet. Di civîna bilind a YE‘yê ya roja pêncşemê de biryar hat dayîn ku statuya welatê berendam ji Moldovayê re jî were dayîn.

27 welatan bi yek dengê endamtiya Ûkrayna û Moldavayê ji bo Yekitiya Ewropayê qebûl kir. Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky statûya berendamê Yekîtiya Ewropayê ya welatê xwe wekî "demeke dîrokî" bi nav kir. Zelensky, êvara pêncşemê li ser Twitterê peyamek weşand û got: "Pêşeroja Ûkraynayê di YE‘yê de ye."

Serokdewleta Moldovayê Maia Sandu jî qala rojeke dîrokî kir û li ser malpera xwe ya Facebookê peyamek weşand û got: "Li pêşiya me rêyeke zehmet heye ku xebat û hewldaneke zêde dixwaze."

Statuya berendam ne garantiya pejirandina bilez a Yekîtiya Ewropa ye. Li gorî pêşniyara Komîsyona YE‘yê, divê danûstandinên endambûna YE‘yê bi Ûkrayna û Moldovayê re tenê piştî ku şert û mercên reformê pêk werin dest pê bikin. Ew jî bi reformên dadwerî û têkoşînek bi ya li dijî gendeliyê ve girêdayî ye.

Ûkrayna bi qasî çar meh berê, demek kin piştî destpêkirina êrîşa Rûsyayê, serlêdana qebûlkirina di nav YE‘yê kir. Piştî demekê û vir de cîranên piçûk ên Moldova û Gurcistanê yên li başûrê rojhilatê Ewrûpayê jî serlêdanên endamtiyê kir.

Gurcistana ku bi nifûsa xwe nêzî 3,7 mîlyon e, tenê heke hewcedariyên reforman pêk bîne dê statuya berendamtiyê bigre. Li gorî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ew ji Moldova û Ûkrayna ku niha nêzî 2,6 mîlyon niştecî ne, pir bêîstiqrartir e.