Endamên Podemosê careke din Îglesîas hilbijartin

Sekreterê Giştî yê partiya çep a radîkal a Spanyayê Podemosê Pablo Îglesîas, di kongreya partiyê de ji nû ve bû sekreterê giştî yê partiyê. Di nava partiyê de, demeke dirêj bû rewşeke parçebûyî hebû.

Kongre roja Yekşemê pêk hat û piraniya endamên partiyê, destek dan bernameya profesorê zanistên siyasî Pablo Îglesîas ê 38 salî. Îglesîas ji sedî 89 ê dengan stand û ji nû ve bû sekreterê giştî. Dengdan bi beşdariya 155 hezar kesî pêk hat.

Bernameya Îglesîas a ku dixwaze çeliqînan civakî bidome û Podemos navendî bibe, bi rêjeya ji sedî 56'an hat qebûlkirin. Endaman, ji bo rêveberiya partiyê ku weke 'konseya welatiyan' tê binavkirin, lîsteya Îglesîas hilbijartin.

Endaman di dema kongreyê de bi qîrîna dirûşma 'yekîtiyê' nerazîbûna xwe ya li hemberî parçebûna li nava partiyê nîşan dan. Îglesîas jî spasiya endamên partiyê kir û got, "Heta serketinê, yekîtî û dilnizmî."

Podemos weke xwarina bira ya Syrîza ya li Yewnanîstanê tê dîtin. Podemos di Çileya 2014'an de derket holê. Li vî welatî, ku hê krîza aboriyê heye, Podemos li gelemperiya welêt di sala 2016'an de gelekî bi pêş ket. Podemos êdî li welêt, weke hêza sêyemîn a siyasî tê dîtin. Li parlamenta ji 350 kursiyî jî 71 Parlametnerên Podemos hene. Ev koalîsyon di heman demê de bajarên Madrîd û Cadîzê birêve dibe.