Endamên NATO'yê lêçûnên leşkerî zêde dikin

Endamên NATO'yê yên li Ewropayê û Kanadayê, lêçûnên leşkerî îsal jî zêde kirin.

Li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, lêçûnên leşkerî yên welatên Ewropayê û Kanadayê di sala 2020'î de li gorî salek beriya niha di asta ji sedî 4.3 de zêde bûye.

Stoltenberg anî ziman ku lêçûnên leşkerî 6 salên dawî bi rêk û pêk zêde dibin û destnîşan kir ku ew alîgirê zêdebûna lêçûnên leşkerî ne.

HERÎ PIR DYE'YÊ ZÊDE KIR

Welatê ku lêçûnên xwe yên leşkerî li gorî hatineya milî herî zêde ye, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye. Li gorî daneyên NATO'yê, DYE di navbera salên 2019 û 2020'î de bi rêjeya ji sedî 3.87 ê hatineya milî ji aliyê lêçûnên leşkerî ve di rêza destpêkê de ye.

Herî kêm 10 endamên NATO'yê, daxwaza Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi cih anîn û di asta ji sedî 2 ê hatineya neteweyî de mesref li karên leşkerî kirin. Par tenê DYE, Yewnanistan û Brîtanya Mezin ji asta ji sedî 2 derbas kiribûn. Bi rêjeya ji sedî 2.58 a hatineya milî, Yewnanistan piştî DYE'yê tê.

Lêçûnên leşkerî yên Brîtanya Mezin bi rêjeya ji sedî 2.43, Polonya ji sedî 2.3, Fransa 2.11 ji sedî ne.

Lê belê Elmanya ku ji aliyê lêçûnên leşkerî ve timî dibe hedefa zextên Trûmp, lêçûnên xwe yên leşkerî di asta ji sedî 1.57 de hişt. Li gorî sala derbasbûyî zêde bû be jî Kanadayê ji sedî 1.45 ê hatineya xwe ya milî ji lêçûnên leşkerî re veqetand.

Welatên NATO'yê wê îro û sibe bi rêbaza telefkonferansê Civîna Bilind a Wezîrên parastinê li dar bixin û lêçûnên leşkerî û asta tevkariya endaman a li yekîtiyê binirxînin.