Endamê Îstîxbaratê, Bersûcê Doza Hrant Dînk hate înfazkirin

Li bajarê Tirkiyê Duzceyê Bersûcê Doza kuştina Hrant Dînk, endamê îstîxbarta jandarma, Efser Şeref Ateş ê malnişîn hate înfazkirin.

Li bajarê Tirkiyê Duzceyê, endamê îstîxbaratê, ê malnişîn ê jandarma Efser Şeref Ateş, piştî ku ji Doza Kuştina Hrant Dînk hatî girtin û hatî berdan, li Dûzceyê bi êrîşeke çekdar di wesayita xwe de hate kuştin.

Ateş şevê dî li dehma taxa Rêya Çavûşlar a Hawîrdor a Bakur bi wesayita xwe diçû, otomobîleke spî nêzîkî wesayitê bû û lê reşand.

Êrîşkar bilez ji cihê bûyerê reviyan, tîmên tendiristiyê yên ku çûne ser Şeref Ateş, gotin Ateş miriye.