Endama Komîsyona Lekolînê ya NY a Sûriyeyê îstifa kir
Endama Komîsyona Lêkolînê ya NY a Sûriyeyê Carle Del Ponte ragihand ku ji wezîfeya xwe îstifa kiriye.
Endama Komîsyona Lêkolînê ya NY a Sûriyeyê Carle Del Ponte ragihand ku ji wezîfeya xwe îstifa kiriye.
Endama Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya Sûriyeyê ya Swîsreyî CarlE Del Ponte li bajarê Lûcarano yê Swîsreyê bi daxuyaniyekê çapemeniyê ragihand ku ji wezîfeya xwe îstifa kiriye.
'LI SÛRIYEYÊ JI BO BICIHANÎNA EDALETÊ, PIŞTGIRÎ NAYÊ DAYÎN'
Del Ponte diyar kir ku Komîsyona Lêkolînê ya Netewên Yekbûyî ya Sûriyeyê ji aliyê ti îradeyên siyasî ve piştgiriya wê nayê kirin û ragihand ku Konseya Ewlehiyê ya NY li Sûriyeyê tiştek nekiriye.
Del Ponte wiha jî got; "Ji bo bicihanîna edaletê li Sûriyeyê, weke Komîsyona Lêkolînê ya NY a Sûriyeyê ti hêzeke me nîne.”
Carle Del Ponte kî ye?
Carle Del Ponte ya ku dadgereke Swîsreyî ye di navbera salên 1999-2007’an de di serdema lêkolîna sûcên şer ên li Yûgoslavya û Rûandayê de Dozgeriya Dadgeha Cezayan a Rûandayê (ÛCM) kir.
Del Ponte ji sala 2012’an û vir ve Endama Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bû.