Encama hilbijartinên li Hollandayê eşkere bû
Li Hollandayê, di hilbijartinên giştî de Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) bi ser ket.
Li Hollandayê, di hilbijartinên giştî de Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) bi ser ket.
Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) a bi serokatiya Serokwezîr Mark Rûtte, ji 150 kursiyên li parlamentê 33 kursî bi dest xist.
Partiya Azadî (PVV) a dijberê Îslam û koçberiyê Geert Wîlders jî, hejmara kursiyên xwe ji 15'an gihand 18'an.
Hejmara kursiyên Partiya Karker a hevparê koalîsyonê (PvdA) ji 38'an daket 9'an.
Li gorî anketa Ipsos a li ser sindoqan hat amadekirin, kursiyên partiya Banga Demokrat a Xiristiyan (CDA) ji 13'an gihîşt 25'an. Partiya Demokrat 66 (D66) jî, ku li ser xeteke lîberal a çep e, hejmara parlamenterên xwe ji 12'an kir 18.
Li gorî texmînan, hejmara parlamenterên Çep a Kesk ji 4'an gihîştiye 16'an û Partiya Sosyalîst jî 13 parlamenter qezenç kiriye.
Hikûmeta ku li Hollandayê bê vakirin, lazim e ji 76 parlamenteran dengê 'pê baweriyê' werbigire.