ELN’ê nûçegihanên ku desteser kiribûn berdan

Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) ku li Kolombiya hê jî şerê gerîlatiyê dikin, nûçegihanên Hollandî ku beriya niha desteser kiribûn serbest berdan.

ELN’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan nûçegihanên ku Duşemê li bakurê rojhilat ê Catatumboyê girtibûn berdane.

ELN’ê di ser hesabê xwe yê Twîtterê re ragihand ku wan Derk Johannes Bolt ê 62 salî û Eugenîo Ernest Marîe yê 58 salî di şertên lihevhatî û bi rengekî ku tendiristiya wan baş e serbest berdane.

Nûçegihanên ku hatibûn desteserkirin ji bo bernameya Spoorloosê dixebitîn ku li Hollande di qenala Kro-Ncrvyê de ev bername bi wê mebestê ye ku alîkariyê bide mirovên ku endamên xwe yên malbatê ji dest dane.

Li welêt piştî FARC’ê hêza herî mezin a gerîla ELN ye û ev jî bi hikûmetê re hevdîtinên aştiyê dike. Diyar bûbû ku di hevditinê de çalakiyên desteserkirinê yên ELN’ê ji hêla dewleta Kolombiya ve tim hatiye rojevê.

Hikûmeta Kolmbiya ku bi FARC’ê re peymana aştiyê îmze kiriye, li paytexta Ekvatorê Quîtoyê bi ELN’ê re danûstandinên aştiyê dike.