ELN di hilbijartinê de 'çalakiyên xwe yên leşkerî' disekinîne

ELN a ku li Kolombiyayê tevgera gerîlayan e diyar kir ku beriya hilbijartinên 27’ê Gulanê ew ê ‘çalakiyên xwe yên leşkerî’ bide sekinandin.

Artêşa Rizgariyê ya Neteweyî (ELN) li ser twîtterê daxuyanî da û got, “ELN ji 25’ê Gulanê heta 29’ê Gulanê ji bo avakirina şertên guncav ên hilbijartinê, ew ê çalakiyên xwe yên leşkerî bide sekinandin.”

Li Kolombiyayê ew ê tûra pêşîn a hilbijartina serokkomariyê di 27’ê Gulanê de were kirin.

ELN diyar kir ku ‘bi hêviya ku hikumet jî bersiveke wisa bide vê gava me.’

ELN nêzî 1.500 şervanên wê hene. Diyaloga di navbera ELN û hikumetê hefteya borî li Havanayê hate destpêkirin a ku paytexta Kubayê ye.

Serokkomarê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos diyar kir ku heta peywira wî ya heta meha Tebaxê bi dawî nebe, ew ê aştiyeke teqez bi ELN’ê re pêk neyê. Santos diyar kir ku heke mûxalefeta rastgir a ku li dijî muzakereyên bi gerîlayan e di hilbijartinê de bi ser bikeve, ew ê ji ber bidawîbûna hewldana aştiyê bi fikar be.