Komek ji parlamenterên ji Komîsyona Parastinê ya Federal xwest, serdana yekîneyên Elman ên baregeha Încîrlîkê bikin, lê belê Enqereyê careke din ev daxwaz red kir. Krîza ji ber vê yekê rû da, dewam dike. Hikumeta Elman bi rengekî cidî xistiye rojeva xwe, ku yekîneyên xwe yên li Încîrlîkê vekişîne, ku ev yekîne ji bo destekê bidin koalîsyona li dijî DAIŞ'ê têdikoşe, li Încîrlîkê ne.
Plana vekişandina 260 leşkerên Elman ên li Încîrlîkê û bicihkirina wan li welatekî din, zelal dibe. Piştî biryara vê dawiyê ya rejîma AKP'ê, hikumeta Elman zend û bend ba da û weke alternatîfa destpêkê berê xwe dide Urdunê.
MÛWAFFAK SALTÎ WÊ BIKEVE ŞÛNA ÎNCÎRLÎKÊ
Malpera nûçeyan Spîegel Onlîne ragihand, Wezareta Parastinê wê ji bo lêkolînê, heyeteke leşkerî îro bişîne Urdunê. Her wiha Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen jî wê di dawiya vê hefteyê de bi heman armancê biçe Urdunê.
Piştî danûstandinên bi hikumeta Ammanê re, tê payîn ku leşkerên Elman li baregeha leşkerî ya Mûwaffak Saltî ya li Urdunê werin bicihkirin.
Endamên Komîsyona Parastinê ya Meclîsa Federal a Elman, plan dikir ku roja Sêşemê serdana Încîrlîkê bikin, lê belê Enqereyê ji nişka ve ev biryar asteng kir. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi gotin, 'Biryareke ku qet nexweş e' nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê da.