Elmanya wê tazmînateke din bide mexdûrên Qirkirina Yahûdiyan

Hate ragihandin, Elmanyayê qebûl kiriye ku tazmînatê bide xizmên Yahûdiyên di Şerê Dinyayê yê Duyemîn de hatin qetilkirin û bi hezaran kesên ku hovîtiya Nazîzmê bi xwe dîtine.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ragihand, ji bo beşek ji 220 hezar mexdûrên Qirkirina Yahûdiyan ên niha li Îsraîlê ne û ji Elmanyayê tazmînatê werdigirin, wê tazmînateke din jî werbigirin.
Netanyahû bi rêya Twitterê ragihand, herî kêm 5 hezar ji mexdûrên qirkirinê wê sûdê ji tazmînateke din werbigirin. Netanyahû diyar kir, li gorî vê tazmînatê wê her şexsek bi sedan Euroyî werbigire û got, "Ev gelekî girîng e. Mafê mexdûrane."
Netanyahû anî ziman, ku hikumeta Îsraîlê jî wê alîkariya ji bo mexdûrên qirkirinê zêde bike.
Di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de nêzî 6 milyon Yahûdî hatibûn qirkirin. Piştî ku Elmanya Nazî têk çû, piraniya Yahûdiyên sax man çûn Îsraîlê û Emerîkayê. Hinek jî vegeriyan welatên Ewropayê ku beriya şer lê bûn.