Elmanya wê destekê nede operasyoneke gengaz a DYA li Sûriyeyê

Elmanyayê ragihand ku ew ji alîkariya însanî ya ji bo bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê re amade ye û diyar kir, wê tevlî destwerdaneke leşkerî ya DYA'yê ya li dijî êrîşeke gengaz a rejîmê ya bi çekên kîmyewî nebe.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas bi hempîşeyê xwe yê DYA'yî Mîke Pompeo re rûnişt û li ser mijara Îdlibê jî axivîn.

Heîko Maas piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku eger krîzeke însanî rû bide wê alîkariyê bişînin herêmê. Maas ragihand, welatê wan li dijî krîzeke gengaz amadekariyê dike û got, sewqiyata alîkariyê di ser Tirkiyeyê re û nûkirina nexweşxaneyên li Îdlibê wê gavên destpêkê yên vê yekê bin.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê da xuyakirin, eger li Îdlibê krîzeke însanî rû bide wê bi DYA'yê re 'bi xurtî' û koordîneyî bixebitin, lê di mijara leşkerî de bersiveke neyînî da.

Heîko Maas diyar kir, eger rejîma Esad li Îdlibê çeka kîmyewî bi kar bîne û DYA jî li dijî vê yekê operasyoneke leşkerî li dijî rejîmê pêk bîne, wê destekê nedin destwerdana leşkerî. Maas bi bîr xist ku ji bo operasyoneke gengaz a leşkerî divê Meclîsa Federal a Elman biryarê bide û destnîşan kir ku ev yek jî karekî zehmet e.

Operasyona leşkerî ya li Îdlibê ya li dijî çeteyên radîkal ên hevkarên Tirk ên li Îdlibê, bi peymana Rûsya û Tirkiyeyê re eşkere bû ku herî kêm heta 15'ê Cotmehê wê neyê kirin. DYA'yê beriya niha ragihandibû ku eger di operasyona Îdlibê de çekên kîmyewî bên bikaranîn wê DYA bersivê bide. Heta niha Fransa û Brîtanyayê piştgirî dane vê daxuyaniya DYA'yê.