Elmanya nexwestiye deriyê xwe ji 40 hezar penaberan re veke!

Piştî ku rejîma Erdogan deriyê xwe vekir li ser deriyên sînor ên Tirkiyeyê drameke penaberan hate jiyîn. Derket holê ku Elmanyayê di kêlîka dawîn de biryara wergirtina 40 hezar penaberan betal kiriye.

Di dawiya meha Sibatê de dewleta Tirk bi hinceta ku li Sûriyeyê gelek leşkerên wê hatine kuştin, berê penaberan dabû sînorên Yekîtiya Ewropayê. Dewleta Tirk wekî sala 2015’an dest bi bazirganiya mirovan kir , jiyana bi hezaran penaberan xiste xetereyê, ji bo ku pereyan ji Yekîtiya Ewropayê werbigire, dest bi şantajan kiribû. Lê Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe ya venekirina deriyê sînoran didomîne.

Yewnanistanê a ku YE piştgiriyê dide wê, li dijî penaberan mudaxeleyên tund dike. Li aliyê din ve jî ligel koronavîrusê her der daye ber xwe, penaber li ber deriyê sînoran in. Li gorî hin çavkaniyên serbixwe, hê jî ji 10 hezaran zêdetir penaber li ber deriyan in.

Komîsertiya Bilind a Penaberan Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku 41 hezar penaber gihiştine Yewnanistanê di kampan de di rewşeke dijwar de dijîn. YE û Elmanya diyar dikin ku wê wekî sala 2015’an derî neyên vekirin. Serokê Komîsyona YE Ûrsûla von der Leyen got ku “Sînor ne vekirî ne û ew ê tu carî neyên vekirin.”

ELMANYA DEV JI WERGIRTINA 40 HEZAR PENABERAN BERDA

Li gorî nûçeya rojnameya ‘Suddetûtsche Zeîtûng’ê ya rojane hikumeta Berlînê ji bo barê Yewnanistanê sivik bike planek amade kiriye. Di gava pêşîn de wê 25 hezar penaber wergirta û hikumeta federal a Angela Merkel di kêlîka dawîn de dev ji wergirtina penaberan berdaye. Ji dêvila vê planê biryar dane ku 1600 zarokên ku refakatvanên wan tune, bîne Elmanyayê.

Di sala 2015’an de di nava hefteyekê de Elmanyayê deriyê xwe ji milyonek penaberan re vekiribû. Tê diyarkirin ku hikumeta Merkel ditirse ku alîkariya ji bo partiya rastgir AfD’ê bilind bibe, dev ji wergirtina penaberan berdaye.