Elmanya: Kosa li Lîbyayê dikare li hesabê DAIŞ’ê bê

Li Lîbyaya ku bi sedan komên çekdar û du hikûmetên cuda hene, hişyariya 'wê DAIŞ ji vê derfetê sûdê werbigire' hat kirin. Kovara Der Spîegel, analîza hikûmeta Elmanyayê ya li ser rewşa Lîbyayê parve kir.

Li Lîbyaya ku bi sedan komên çekdar û du hikûmetên cuda hene, hişyariya 'wê DAIŞ ji vê derfetê sûdê werbigire' hat kirin. Kovara Der Spîegel, analîza hikûmeta Elmanyayê ya li ser rewşa Lîbyayê parve kir.

Li gorî nûçeya di malpera onlîne a Der Spîegel de cih girtiye, hat îdîakirin ku hikûmeta Elmanyayê ji ber xebatên DAIŞ’ê yên li Lîbyayê bi fikare. Li gorî nûçeya ku xwe dispêre nivîsandine veşarî ya hikûmetê, ji ber zêdebûna komên çekdar ên aktîf ên li Lîbyayê, wê kaosek mezin rû bide.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku li Lîbyayê hejmara komên çekdar ên aktîf nêzî hezar û 500’î bû lê niha di navbera 100 hezar û 200 hezarî de mîlîtanên çekdar hene. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku DAIŞ a bi komkujiyên xwe yên çavsor tê zanîn hîna ne hêzeke, lê hişyar kir ku wê ji vê kaosa welat fêdeyê bigire.

Li gorî agahiyên ji belgeyên veşarî yên hikûmeta Elman a Federal hatine girtin, li Lîbyayê qelsiya artêşê jî zemînê ji kaosê re çêdike.

Di 2001’an de piştî Muammer Kaddafî  bi desteka welatên rojava ji desthilatdariyê hat xistin û kuştin şûnde, li Lîbyayê îstîkrar pêk nayê. Ji sala bihurî heta niha li welat du hikûmetê navendî yên Trablus û Tobruk hene.

Bajarê perava rojavayê welat, di bin kontrola Kongreya giştî ya Neteweyî ya Nû de ye û bajarê nêzî Tobruck û yên rojhilat di kontrola hêzên girêdayî Meclîsa Nûneran de ye.  Bajarê Sîrte jî di hefteyên bihurî de ketibû destê komên DAIŞ’ê.

Herêmên nêzî Sahrayê jî di bin kontrola eşîrên Berberî de ne.