Elmanya: Hefter amadeye ku li gorî agirbestê tevbigere

Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbya Xelîfe Hefter peyama ku wê di şerê bi Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya Tirkiye destek dike de rêz ji agirbest re bigire.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas ê piştî li bajarê Bîngazî bi Hafter re hevdîtin kir û şûnde ragihand ku wê li gorî agirbestê tev bigere.

Maas anî ziman ku wê Hefter tevlî konferansa netewî ya têkildarî siberoja Lîbya ku wê li Berlînê bê organîzekirin jî bibe. Maas ji bo bi Hefter re bi cive çûbû Bîngazî ya ku di bin kontrola Artêşa Netewî ya Lîbyayê de ye.

Hêzên Hefter di demê dawî de dor li Trablûs a paytextê girtibû. Li ser vê Tirkiye ya ku destek dide hikûmeta Trablûsê bi Rûsyayê re dest bi civînên agirbestê kiribûn.