Elmanya: Gefa terorê didome

Wezîr Thomas de Maiziere ji bo tevdîra destpêkê ya pêşîgirtina êrîşan, wek çareserî bi lezûbez şandina penaberên ku biryara wan a dersînorkirinê hene pêşkêş kir.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê ku ji ber Anîs Amrî yê li Berlînê 12 kes qetil kirin û nehat girtin û her wiha li Îtalyayê hat kuştin, pêbaweriyek mezin ji dest da,  dibêje ‘gefa terorê ya li ser welêt kêm nebûye’ û wek çareserî jî bi lezûbez dersînorkirinê datîne holê.

Wezîr Thomas de Maiziere, ji bo tevdîra destpêkê ya pêşîgirtina êrîşan, wek çareserî bi lezûbez şandina penaberên ku biryara wan a dersînorkirinê hene pêşkêş kir.

Çeteyê Tûnisî Anîs Amrî ku 19’ê Kanûnê bi TIR’ê êrîşî bazara Noelê ya li Berlin Breitscheidplatz kir, vê sibehê li bajarê Mîlano yê Îtalyayê dema kontrolekê ji hêla polîsan hat kuştin. Amrî yê ku piştî ajokarê TIR’ê kuşt, berê TIR’ê da ser mirovên li bazara Noelê, ji ber polîsên Elman di tespîta nasnameyê de dereng man, êdî xwe veşart.

Elmanya, dibêje ku piştî kuştina Amrî, ‘bêhna wan hatiye ber wan’, Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maiziere jî dibêje gefa êrîşa terorîst didome. Maiziere, ji ber kuştina êrîşkarê Berlînê êdî wê ti tehdîdek din ava neke keyfxweşiya xwe anî ziman, got ku ji ber gefa terorê li ser welatê wan dewam dike, ‘wê saziyên rayedar hişyar bin’.

De Maiziere, li ser rexneya ku tevî bi mehan e biryara dersînorkirina Anîs Amrî hebû jî dîsa li welêt ma, da xuyakirin ku ji ber vê bûyerê, ji bo karibin biryarên xwe hê bi bandortir bixin meriyetê dest bi xebatê kirine.

Wezîrê Karên Hundir ragihand ku ji bo biryarên dersînorkirinê pêk were wê bi Wezîrê Dadê Heiko Maas re bicive.