Wezîrê Edaletê yê berê yê Îranê Ayatollah Mahmûd Haşemî Şahrûdî ji bo tedawî bibe roja 21'ê Kanûna 2017'an hatibû bajarê Hannoverê yê Elmanyayê. Piştî ku dîmenê Şahrûdî yê li klînîkeke taybet û luks dihate dermankirin li medya Elman hate weşandin, gelek sazî û kesayetan li dozgeriya federal giliyê wî kiribûn.
Tevî vê yekê jî, hêzên dadgerî û ewlekariyê yên Elman hiştibûn ku Şahrûdî welêt biterikîne. Nîqaşên li ser Şahrûdî demekê di rojeva Elmanyayê de ma. Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer ev rewşa sosret xist rojeva meclîsa federal û pêşnûme pirsek pêşkêş kir û xwest zanibe ku li dijî vî şexsê ku biryara darvekirina gelek kesan erê kiriye, lêpirsîn ahtiye vekirin an na.
Bi navê hikumeta federal, Wezareta Edaletê bi nivîseke kin roja 31'ê Çileya 2018'an bersiv da pirsa Sommer. Wezaretê diyar kir ku eger sûc û gumanên ji vî şexsî tê kirin werin erêkirin, eger careke din bê Elmanyayê dibe ku der barê wî de biryara girtinê bê dayin.
Di bersiva wezaretê de hat gotin, "Serdozgeriya federal, piştî ku 5'ê Çileya 2018'an pê hesiya ku serdadgerê berê yê Îranê Ayetollah Mahmûd Haschemî Schahrûdî li Elmanyayê ye, bi gumana ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye, dest bi lêpirsînekê kir. Di çarçoveya lêpirsîn û agahiyên vê der barê de, li ser vî şexsî agahiyên der barê wezîfe û berpirsyariya wî ya li Komara Îslamî ya Îranê agahî hate xwestin. Niha li dozgeriyê, 50 dosyayên cezakirin û agahdarkirinê der barê vî şexsî de hene."
Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer bersiva wezaretê nirxand û anî ziman ku kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine divê bê ceza neyên hiştin.
Şahrûdî ku ji sala 1999'an heta 2009'an serkêşê sîstema edaletê ya Îranê bû, di nava vê demê de biryara darvekirina zêdeyî 2 hezar kesî erê kiribû ku zarok jî di nava wan de hebûn.