El Sîsî ji artêşa Misrê xwest ku ji şer re amade be

Serokê Misrê Ebdilfetah El Sîsî  ji artêşa Misrê xwest ku hazirtiyên şer di asta herî jor de bike û xwe ji şer re amade bike, ji bo ku bikaribe hemî erkên xwe yê ji bo parastina neteweyî ya Misrê bike.

Berdevkê serokatiya Misrê Besam Radî di daxuyaniyeke xwe de da diyarkirin ku roja Sêşemê El Sîsî bi fermandarê artêşê yê duyemîn yê saheyê û bi serokê desteya endezyar ya artêşê û di heman demê de bi serokê desteya aborî ya artêşê re civiya.

Di wê civînê de, El Sîsî destnîşan kiribû ku "pêwîste artêşa me hazirtiyên şer di asta herî jor de bike û xwe ji şer re amade bike, ji bo ku bikaribe hemî erkên xwe yê ji bo parastina netewî ya Misrê bike. Ji ber ku herêm li beramderî gefan e."

GEFA DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI SER HERÊMÊ

Dewleta Tirk bi destwerdana xwe ya li Lîbyayê, ku piştgiriyê dide desthialtdariya li Trablûsê ku Birayên Misilman lê serdest in, ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Parlamenta li Rojhilatê Lîbyayê serdest e jî li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk di meha Tîrmehê de bang li welatê cîran Misrê kir ku ji bo parastina ewlehiya hevpar bikeve nava hewldanan.

Di 20'ê Tîrmehê de jî Parlamenta Misrê jî biryar da ku eger hêzên leşkerî yên desthilatdariya Trablûsê ber bi rojhilatê Lîbyayê ve bi pêş ve biçin, Misir dikare leşkerên xwe bişînin vî welatî.

Herî dawî Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Guler beriya du rojan çûbûn Lîbyayê û bi Desthialtdariya Mutabaqata Neteweyî re hevdîtin kiribûn.