El Fetîh û Hamas li dijî ‘îlhak’ê bûn yek
Partiyên Filîstinê El Fetîh û Hamas diyar kirin ku ew li hemberî plana îlhakê ya Îsraîlê bûne yek.
Partiyên Filîstinê El Fetîh û Hamas diyar kirin ku ew li hemberî plana îlhakê ya Îsraîlê bûne yek.
Partiyên Filîstinê El Fetîh û Hamas li Bêrûda Lubnanê bi rêya civîneke çapemeniyê diyar kirin ku ew li dijî îlhakê bûne yek.
Sekreterê Giştî yê El Fetîhê Cîbrîl Racûv û kadroyê Hamasê Salih El Arûrî tevlî civînê bûn û gotin, “Ji bo avakirina yekîtiya neteweyî em ê hemû mekanîzmayan têxin dewrê.”
Dema partiya laîk El Fetîh li Şerîaya Rojava desthilatdar bû, tevgera Îslamî Hamas jî şerîda Gazzeyê xistibû bin kontrola xwe. Piştî sala 2007’an û vir ve ku Hamasê dest danî ser Şerîda Gazzeyê her du partî bûbûn neyarên hev.