El-Cûbêr: Divê Qeter gavên zêdetir biavêje

Serokê Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El-Cûbêr got: “Divê Qeter di siyaseta xwe de hin guhertinan çêbike û ji bo sekinandina piştgiriya terorê divê gavên zêdetir biavêje.”

El-Cûbêr ku tevlî Forûma Romayê ya Behra Spî bû ya ku roja Înê pêk hatibû. Di forûmê de got ku “Qeter dizane ew ê çi bike û pirsgirêk li ku derê de ye û ji bo çaresrkirina van çi gav pêwîst in.” Her wiha berdewam kir û got: “Emîrê Qeterê hat vexwandin ku beşdarî civîna Encûman Hevkariya Elxelîcî bibe ku vê di hefteya li pêş me de li Riyadê were lidarxistin. Wî destnîşan kir ku guhartina rewşê ya bi Qeterê re girêdayî wan gavan e.”

Derbarê derfeta çareserkirina nakokiyên bi Doha yê re ya dema bê de Elcûbêr got: “Ez hêvîdar im, lê divê Qeter tedbîrên pêwîst bigire. Elcûbêr tekez kir ku Qeter gavên pêwîst yên ji bo bidawîkirina qeyranan dizane.”

Elcûbêr axavtina xwe domand û diyar kir: “Erebistana Siûdî got ku ew û Qeter xwedî dîrok û çarenûseke hevpar in lê ya girîng ew e ku Qeter di nava xwe de guhertinên siyasî çêbike û destnîşan kir ku li Qeterê hin guhertinên zagonî di dosya piştgiriya terorê de çêbûne.” Elcûbêr zêde kir: "Divê ew gavên zêdetir bavêje.”

El-Cûbêr berdewam kir ku Îran gefê li tevahî herêmê dixwe û ew dijminahiya wê nema tê qebûl kirin û ew ê destekê bidin kampaniya ya "Zexta zêdetir" û bal kişand ku pêwîste Îran ji alavên ku bi rêya wan li ser herêm û cîhanê gefan dixwe bêpar were hiştin û diyar kir ku Îran  bi prensîba berfirehkirina şoreşê bawer dike û rêzdariyê nade serweriya welatan.

Serokê wezareta karên derve yê Erebîstanê Elcûbêr di dawiya axaftina xwe bi wan gotinan bidawî kir:"Divê em li hemberî Îranê hişk bin û ti kes jî şer naxwaze."