Egzoz bû sedem ku 108 hezar mirov bi zûwextî bimirin
Li gorî lêkolînan, li tevahiya dinyayê gaza egzozê ya ji motorên dîzelê, 2015’an bû sedem ku 108 hezar mirov bi zûwextî bimirin.
Li gorî lêkolînan, li tevahiya dinyayê gaza egzozê ya ji motorên dîzelê, 2015’an bû sedem ku 108 hezar mirov bi zûwextî bimirin.
Lêkolîna di kovara Nature de weşiye ku ji hêla saziya bi navê Environmental Health Analytics LLC’yê ve hatibû kirin.
Li gorî lêkolînê ji ber ku wesatiyên bi motorê dîzelê ne li gorî nirxên egzozê ne 38 hezar mirov bi zûwextî mirine. Ji van jî 11 hezar û 400 jê li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk hatine.
Lêkolîneran gotin wesayitên bi motorên dîzelê 2015’an bi tevahî 13,1 milyon ton gaz berdane. Ev jî ji ya ku destûra wê hatiye dayin 4,6 milyon tonî zêdetir e.
Pisporan diyar kirin di nav gazan de ku rê li ber wê vedikin ku bi deh hezaran mirov bi zûwextî bimirin azot oksîn û azot dîoksît tê û her wiha gotin ev gaz li ber tava rojê dibine sedema reaksîyonên kîmyewî.
90 JI 100’Î ZÊDETIR JI BER 5 ABORIYA MEZIN E
Li gorî lêkolînê li dinyayê azot dîoksît û azot oksîta zêde 90 ji 100’î ji DYE, Çîn, Brezîlya, Yekîtiya Ewropa û Hindîstanê ye.
Skandala pêşî ya têkildarî egzoza wesayitên dîzelê 2015’an ji hêla Volkswagenê ve hatibû derxistin. Wê demê Volkswagenê diyar kiribû wesayitên bi motorê dîzelê nirxê rastî yê azot û karbondîoksîta ku derdixin, bi deqsaziya qelp vedişêrin.
Pispor diyar dikin gaza rastîn a ji egzoza wesayitan derdikeve, di trafîkê de dikare diyar bibe û xwestin ku hilberîner li gorî vê rêgezê kontrolê bikin.