Hikumta mûxafazakar-rastgir a Awûstûryayê li ser qanûneke nû dixebite ku 1'ê Adara 2019'an bixe meriyetê. Hikumeta Viyanayê di çarçoveya têkoşîna dijî 'rastgiriya tund' û 'Îslama tund' de dixwaze gelek sembol û işaretan qedexe bike.
Tê gotin, Wezareta Karên Hundir ji bo amadekirina pêşnûme qanûnê lîstek bi navê 'lîsteya reş' amade kiriye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nîşaneyên di lîsteya qedexekirî de cih bigirin wê ne tenê li deverên ji raya giştî re vekirî qedexe bin, her wiha wê li mizgeft û deverên girtî jî qedexe bin. Di lîsteyê de sembolên dînî yên radîkal jî cih digirin ku yek ji wan işareta Rabîa ye û ji aliyê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan ve gelekî tê kirin.
Di destpêka lîsteya wezaretê de nîşaneya nîjadperestên Tirk û sembolên Nazî hene. Sembolên ku rêxistinên terorê DAÎŞ û El Qaîdeyê tînin bîra mirovan wê bên qedexekirin. Tê payin ku Wezareta Karên Hundir pêşnûme qanûnê biqedîne û rojên bê pêşkêşî desteya wezîran bike.
KESÊ KU CARA DUYEMÎN BIKE WÊ 10 HEZAR EURO BIDE
Li gorî qanûnê, kesên ku li gorî vê yekê tevnegere wê 4 hezar Euro cezayê pereyan li wan bê birîn. Kesê ku cara duyemîn vî sûcî dubare bike wê neçar bimînin 10 hezar Euro ceza bide. Serokwezîr Sebatîan Kûrz li ser pêşnûme qanûnê axivî û got, ji bo parastina demokrasiya wan divê li Awûstûryayê cih ji van sembolan re neyê dayin.
Alîkarê Serokwezîr Heînz-Chrîstîan Strache jî diyar kir ku ew ne li dijî sembolên olî ne, lê belê wê sembolên ku li nirxên welêt nayên qedexe bikin. Li gorî hin nûçeyên di medya Awûstûryayê de hatin weşandin, qedexe di bin sernavên "Birayê Misilman ên Sûnî Îslamê", "Neteweperestiya Tirk a rastgiriya tund", "Rêxistina Kurd PKK", "Hamas a Fîlîstînê", "Hîzbûllah" û "Ûstaşa ya Hirvat" de hatiye amadekirin.
Agahî bi dest neket ku PKK wê di kîjan çarçoveyê de di nava qedexeyê de were bicihkirin. Lêkolîner-nivîskar Thomas Rammerstorfer ji rojnameya "Kûrîer" re axivî û diyar kir ku sempatîzanên PKK'ê nîşaneya serketinê dikin û got, "Gelo wê niha rabin vê işareta ku li gelemperiya cîhanê navdar e, qedexe bikin?"
ERDOGAN LI BERLÎNÊ IŞARETA RABÎA KIRIBÛ
Erdogan jî herî dawî işareta Rabîa li Elmanyayê di dema gera xwe de kiribû. Serokkomarê Tirk Erdogan roja Pêncşemê dema ku gihîşt Berlînê, li pêşiya otela lê bimîne işareta Rabîa kiribû û bi vî rengî silav dabû alîgirên xwe. Medya û mûxalefeta Elman jî nerazîbûn nîşan dabûn û gotibûn, "Serokkomarê Tirk li Elmanyayê işareta rêxistineke qedexekirî kir." Alîgirên Erdogan jî bi işareta nîjadperestên Tirk bersiv dabûn Erdogan.