Efganistan wê sê rêveberên Talîbanê serbest berde

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî diyar kir ku wê du profesorên biyan ên di destê Talîbanê de û sê endamên Talîbanê yên di destê wan de serbest werin berdan.

Kurê avakarê tora Celalledîn Hakkanî, Anas Hakkanî jî wê serbest were berdan ê ku şaxeke girîng a Talîbanê ye. Vê şaxê li dijî rêveberiya Efganistanê û tifaqên NATO’yê gelek êrîş kiriye.

Serokkomarê Efganistanê diyar kir ku Talîbanê di sala 2016’an de du profesorên biyan girtiye û got ku “Serbestberdana van profesoran ji bo destpêkirina hevdîtinên ne fermî ya bi Talîbanê re şertekî bingehîn bû.”

Ganî got ku “Me jî biryar da ku em sê endamên Talîbanê yên di destê xwe de serbest berdin.”

Akademîsyenê ji Emerîkayê Kevîn Kîng û hempîşeyê wî Tîmothy Weekes ê ji Evûstralyayê di sala 2016’an de ji aliyê kesên çekdar ên ku unîformaya polîsên li xwe kiribûn, hatibûn revandin.