DYE'yê serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê xist lîsteya xwe ya reş

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, serçeteyê DAÎŞ'ê Mûhammed Saîd Abdul Rahman El Mewla xist lîsteya xwe ya reş a "terorîstên navneteweyî". Li gorî agahiyên ku DAÎŞ'ê ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistiye, serçeteyê DAÎŞ'ê li Enqereyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo diyar kir ku serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê li lîsteya reş hatiye bicihkirin. Bi vê pêkanînê re pêşî li têkiliya serçete bi DYE yan jî welatiyên DYE'yê re tê girtin.

Pompeo bi vî rengî piştrast kir ku kî ketiye şûna Ebûbekir El Bagdadî. El bagdadî di dawiya meha Cotmehê de li Sûriyeyê li qadeke ku ji aliyê rejîma Tirk ve hatiye dagirkirin hatibû kuştin.

DAÎŞ'ê piştî kuştina Bagdadî di nava demeke kurt de ragihand ku Ebû Îbrahîm El Haşemî El Kûreyşî weke "şef" ê nû tayîn kiriye. Lê belê li gorî kesê ku ji aliyê pisporan ve nedihat zanîn di rastiyê de tine bû. Rayedarekî payebilind ê Emerîkî kesê navborî weke 'yekî nayê zanîn' bi nav kiribû.

Gelek servîsên îstîxbaratê yên rojavayî El Mewla weke yek ji damezrînerên DAÎŞ'ê û îdeologên bingehîn ragihandibûn û diyar kiribûn ku şefê nû yê koma çete ew e.

Mîke Pompeo di civîna çapemeniyê de ya li Washîngtonê got, "Em bi biryar in ku Dewleta Îslamê têk bibin ku şefê wan kî dibe bila bibe."

Li gorî Wezareta Karên Derve ya DYE'yê El Mewla "Endamekî çalak ê El Qaîdeyê yê li Iraqê bû." Hate ragihandin ku El Mewla ji hemû qonaxan derbas bû û gihîşt asta alîkariyê.

SERÇETEYÊ NÛ YÊ DAÎŞ'Ê LI ENQEREYÊ YE!

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên pêbawer û mikurhatinên DAÎŞ'iyan bi dest xist, El Mewla ji aliyê Tirkiyeyê ve tê parastin û li Tirkiyeyê ye. Di nûçeya ANF'ê de ya 13'ê Sibatê, serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê di dawiya sala 2017'an de piştî Idlibê derbasî Tirkiyeyê bû. Heman çavkaniyan ragihandin ku serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê nêzî salek e ji Tirkiyeyê dernakeve. Li Dîlok û Enqereyê biryargehên xwe hene û bi giranî li Dîlokê dimîne. Di bin kontrola MÎT'ê de bi endamên DAÎŞ'ê yên pê bawer civînan li dar dixe û çeteyan ji nû ve bi rêxistin dike.