Şefê Pentagonê Aûstîn roja Sêşemê daxuyaniyek da û got, "Hêzên leşkerî yên DYE'yê bi rengekî bi pîvan êrîş birin ser sê navendên Kata'îb Hîzbûllah a bi piştgiriya Îranê û komên din ên li Iraqê yên bi piştgiriya Îranê."
Aûstîn got, "Ev êrîşên hesas weke bersiveke rasterast a li hemberî êrîşên milîsên bi piştevaniya Îranê yên li dijî personelên koalîsyonê û DYE'yê yên li Iraq û Sûriyeyê hate kirin."
Şefê Pentagonê got, "Em naxwazin şer li herêmê mezin bikin" û diyar kir ku ji bo 'parastina gel û navendên xwe amade ne gavên hîn mezintir biavêjin."
Li gorî medya xwecihî û navneteweyî êrîş li herêma Cûrf al Sahr a bi 60 kîlometreyî dûrî Bexdayê û li herêma El Qaîm a li ser sînorê Sûriyeyê hate kirin. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê li El Qaîmê 2 kes mirin.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Aaracî sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşên DYE'yê ji aramîkirinê re nabe alîkar.