DYE’yê êrîşek esmanî li ser herêma Helmand a Efganistanê kir

Artêşa DYE’yê ragihand ku êrîşekî esmanî li ser herêma Helmand a Efganistanê pêk anîne.

Artêşa DYE’yê ragihan ku li dijî komên bi çek ên li herêma Helmand a Efganistanê geleke cihên leşkerî xistin destê xwe û ber bi paytexta herêmê ve çûn êrîşeke esmanî pêk anîne.

Êrîşên esmanî yên artêşa DYE’yê ya li herêmê ji peymana li gel Talîbanan a meha Sibatê û vir ve kêm bûbû. Generalê DYEyî Scott Mîller bang li Talîbanan kir ku êrîşên xwe yên li herêmê bidawî bikin.

Berdevkê Talîbanan Zabîhûllah Mucahît jî diyar kir ku komên çekdar ragihand herêmên berî çend mehan ji dest dabûn dubare xistine destê xwe.

Çavkaniyên herêmî yên polîsan jî diyar kir ku di êrîşa esmanî ya 24 saetên dawî de 170’ê Talîban hatin kuştin.