DYE wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne
DYE’yê diyar kir ku wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne û wê wan li Belçîka û Îtalyayê bi cih bike.
DYE’yê diyar kir ku wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne û wê wan li Belçîka û Îtalyayê bi cih bike.
Şefê Pentagonê Mark Esper diyar kir ku wê ji Elmanyayê 11 hezar û 900 leşkerên xwe vekişîne. Esper diyar kir ku wê piraniya leşkeran li Belçîka û Îtalyayê werin bicihkirin.
Washîngton diyar dike heke lihevkirin pêk were wê li Polonyayê û welatên Baltikê jî leşkeran bi cih bike. Li Polonyayê 5 hezar leşkerên Emerîkayê hene.
Li Elmanyayê nêzî 35 hezar leşkerên DYE’yê hene. Serokê DYE’yê di 15’ê Hezîranê de daxuyanî dabû wê 10 hezar leşekrên xwe vekişîne.