DYE û Îsraîlê moşekên menzîla wan dirêj ceribandin

Îsraîl û DYE’yê ragihand ku moşekên menzîla wan dirêj ceribandine û ev ceribandin bi serketî bi encam bûye.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê têkildarî ceribandina moşekên menzîla wan dirêj a li Alaskayê daxuyaniyek da.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû diyar kir ku Îsraîl di wê kapasîteyê de ye ku bersiva ‘êrîşeke’ ji Îran yan jî ciheke din bide.

Netanyahû got ev serketin ji bo ewlehiya Îsraîlê gelek girîng e.

Sefîrê DYE yê Îsraîlê Davîd Frîedman jî bi Konseya Wezareta Îsraîlê re ceribandina moşekan şopand.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hinceta ceribandina sîstema Arrow-3 ya li Alaskayê jî got “Wê li Îsraîlê neyê çêkirin”. Îsraîl serê meha Çileyê bi DYE yê re ceribandina Arrow-3 li xaka xwe kiribû. Sala 2017’an jî heman ceribandin hatibû kirin.