DYE û Îngilistanê êrîşeke nû li dijî Hûsiyan pêk anîn
Hat ragihandin ku DYE û Îngilistanê 2 caran êrîşî bajarê Hûdeyde kirine.
Hat ragihandin ku DYE û Îngilistanê 2 caran êrîşî bajarê Hûdeyde kirine.
Li gorî daxuyaniya ji hesaba medyaya dîjîtal a El-Mesîra TV a girêdayî Hûsiyan hatî dayîn, DYE û Îngilistanê du caran êrîş birine ser herêma El-Cebbane ya li bajarê Hûdeydeyê.
Têkildarî encamên êrîşê agahî nehatin dayîn.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) diyar kir ku ‘CENTCOM’ê sê fuzeyên ku li dijî keştiyan tên bikaranîn, îmha kirine’.