DYE û Çîn têkildarî vîrûsê xwe li hev radikişînin

Şerê aboriyê yê navbera DYE û Çînê, tevî şewba global a vîrûsa koronayê bi sûcdariyên nû û hişyariyên tund dewam dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Zhao Lîjîan çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihandibû, dibe ku artêşa Emerîkayê mîkroba patojen a ku dibe sedema Covîd-19 li welatê wan belav kiribe. DYE'yê jî li hemberî vê yekê gotinên gelekî giran bi kar anî bû ku Çînê hêrs bike.

GOTINA 'VÎRÛSA ÇÎNÊ' BÛ SEDEMA HÊRSEKE MEZIN

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ku wê piştgiriyê bide şîrketên rêyên hewayî û sektorên din ên ku vîrûsa Covîd-19 bandoreke giran li wan kiriye. Trûmp di heman daxuyaniyê de vîrûs bi navê welat anîbû ziman. Trûmp gotibû, "Vîrûsa Çînê" û vê yekê Çîn aciz kiribû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Geng Shûang nerazîbûneke tund nîşanî vê daxuyaniya Trûmp da û diyar kir ku 'ew bi tundî li ber vê daxuyaniyê ketine'. Geng Shûang nerazîbûn nîşan da ku bi gotina 'Vîrûsa Çînê' 'mohr' li welatê wan hatiye xistin.

Lê belê Trûmp tenê çend deqe piştî vê daxuyaniyê heman gotin dubare kir.

Di nûçeyeke ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê de nerazîbûn li hemberî 'bikaranîna gotinên dijminê biyaniyan û nîjadperestiyê' hate nîşandan. Di nûçeyê de hate ragihandin, bi rêya vê yekê dixwazin berpirsyariya şewbê bixin stuyê welatên cuda. Rêveberiya Çînê diyar dike, tevî ku destpêkê li bajarê Wûhanê hate tespîtkirin ew baş nizanin ku vîrûsa Covîd-19 ji ku hatiye.

POMPEO TÊKILDARÎ SÛCDARKIRINA DYE'YÊ HIŞYAR KIR

Her wiha hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo roja Duşemê dema ku bi yek ji rayedarên payebilind ên Partiya Komunîst a Çînê Yang Jîechî re bi rêya telefonê axivî, mijar nirxandiye.

Tê gotin ku Pompeo nerazîbûna xwe ya ji ber daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê anî ziman ku artêşa Emerîkayê sûcdar kir û rexne kir ku 'sûcdarkirin di demeke nebaş de hatiye kirin'.

'HEWLDANÊN JI BO QIRÊJKIRINA ÇÎNÊ WÊ HEMÛ TÊK BIÇIN'

Li gorî ajansa Çînê ya Nû, rêveberê Partiya Komunîst Yang Jîechî di axaftinê de hişyariyên tund da DYE'yê. Di nûçeyê de hate gotin ku Yang Jîechî bi rêya Pompeo hişyariyên 'tund' da DYE'yê û gotiye "Hewldanên ji bo qirêjkirina Çînê wê hemû têk biçin."

DYE'yê her wiha piştî daxuyaniya berdevkê Çînî bang li Sefîrê Bilind ê Çînê kir û li Wezareta Karên Derve peyama şermezarkirinê da wî.