DYE li 'dagirkeriya alîgirên Trûmp' şaş bû

Di 6’ê Çileyê de alîgirên Trûmp bi şev girtin ser avahiya kongreyê. 4 kes mirin, 52 kes hatin destgîrkirin. Di dîroka DYE’yê de ev tiştekî yekemîn e.

Şaşbûna ji ber dagirkirina li ser avahiya kongreyê didome. Serokê DYE’yê Donald Trûmp têkçûna di hilbijartina 3’ê Mijdarê de qebûl nekir. Bi banga Trûmp re bi sedan kesan Capîtol dagir kirin.

Ev tişt di dîroka DYE’yê de wekî tiştekî yekemîn hate diyarkirin. Dema ku endamên kongreyê serfiraziya hilbijartinê ya Joe Bîden xwestin pesend bikin, Capîtol hate dagirkirin.

HILBIJARTINA BÎDEN HATE PESENDKIRIN

Rûniştin hate sekinandin, endamên kongreyê hatin derxistin, piştre rûniştinê dîsa dest pêkir. Berê Senatoyê, piştre Meclîsa Nûneran, piştre jî eyaleta Arîzanoyê ya Komarparêzan îtîrazên xwe yên ji bo encama hilbijartinê red kirin. Her du aliyên kongreyê jî îtîrazên li ser Pennsylvaniyayê red kirin. Astengiya dawîn a li ber Bîden wisa hate rakirin û kongreyê hilbijartina Joe Bîden pesend kir.

Bîden nerazîbûn nîşanî dagirkirina Capîtolê da. Trûmp bi mehan e têkçûna di hilbijartinê de red dikir.

JI SALA 1814’AN Û VIR VE CARA PÊŞÎN E

Li gorî Us Capîtol Hîstorîal Socîetyê ji sala 1814 dema ku yekîneyên Îngîlîzê Capîtol şewitandibûn, Capîtol cara pêşîn tê dagirkirin. Bi vê dagirkirinê re li bajêr qedexeya derketina derve hate ragihandin. Rewşa lezgîn wê du hefteyan were dirêjkirin.

4 KES MIRIN 52 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di vê aloziyê de polîsan gule reşand û jinek mir. Li heman herêmê sê kesên din jî mirin. Lê polîs red dikin ku ev kes ji ber şîddetê hatine kuştin. 26 kes jê li nava Capîtolê 52 kes hatin destgîrkirin.

Piştî nerazîbûnan Trûmp peyameke bi dîmen weşand û got, “Ez ji we hez dikim, hurmetî didim êşa we” û banga vekişandinê li alîgirên xwe kir. Ji ber rîska ku peyama Trûmp şîddetê zêde bike, facebookê peyam rakir. Twîtterê vîdeo jêbir û hesabê Trûmp bi qasî 12 saetan da sekinandin.

Trûmp di eniya xwe de jî îzole bû. Hin komarparêzan diyar kirin ku ji ber van bûyeran ew ê nebin hevkarên van hewldanan.

Li gorî çapemeniya Emerîkayê wezîrên di kabîneya Trûmo de, xala 25’emîn a di Destûra Bingehîn de nîqaş dikin. Li gorî vê alîkarên serok û beşeke zêde ya kabîneyê dikarin biryara bidin ku serok ji peywirê were stendin.