DYE: Eger Tirkiye S-400’an bistîne, F-35 jê re nîne!

Sefîrê DYE yê di bin banê NATO’yê de got ku eger Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastinê ya hewayê S-400’an bigire wê destûrê nedin ku F-35’an bi kar bînîn.

Li gorî Reûtersê sefîrê Emerekî Bîley Hûtchîsan got; “Wê bi sîstema F-35’an re cudabûnek çêbibe. Li cem tifaqê hebûna sîstema Rûs û bernameya F-35’an bandorkirin û bêîstîkrarkirin ne mumkun e.”

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dawiya hefteyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku tevî nerazîbûnên NATO û DYE’yê wê serê meha Tîrmehê S-400’an werbigirin.

DYE’yê beriya niha têkildarî rageşiya S-400’an a di navbera Tirkiye û DYE’yê de hinek tevdîr girtibûn.

Roja 11’ê Hezîranê Pentagonê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku perwerdehiya F-35’an a pîlotên Tirk sekinandine.

Berdevkê Pentagonê Mîke Andrews wiha gotibû; “Pîlotên Tirk ên li Baregeha Hewayî ya Luke a Wezareta me êdî nafirin.”

DYE û muttefîkên NATO yên xwedî balafira F-35’an di mijara S-400’an de bi fikar in. Bi taybet fikarên wan ên li ser sîstema hewayî ya S-400’an a Rûsyayê heye ku balafirên F-35’an bişopînin û tespît bikin û dibe ku di pêşerojê de ev balafir li dijî çekên Rûs bê parastin bin.