DYE amade ye ku bi Talîbanê re li hev bike

Nûnerê DYE’yê yê Efganistanê Zalmay Halîlzad diyar kir ku Washîngton amade ye ku di muzakereyan de bi Talîbanê re li hev bike.

Halîlzad li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku wê ji bo muzakerereyan têkeve rê û di serdanê de ew ê hewl bidin ‘meseleyên mane’ çareser bikin.

Halîlzad got “Em amade ne, em ê bibînin bê Talîban jî amade ne yan na.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Yekşemê diyar kiribû ew ji bo pêkanîna aştiya li Efganistanê û bi hikumeta Efganistanê û bi Talîbanan re hevdîtinên erênî kirine.

Donald Trûmp ji rojnameya New Jerseyê re got ku “Bi Talîbanê re nîqaşên me yên girîng hene. Bi hikumeta Efgan re jî nîqaşên me yên baş hene.”

Gelek rayedarên ji Emerîkayê di rojên dawîn de diyar dikin, dibe ku di navbera Washîngton û Talîbanê peyman çêbibe lê hin mesele hene ku divê werin çareserkirin.

Halîlzad piştî muzakereyên dawîn gotibû hevdîtin li ser ‘kitekitên teknîkî’ bûye û hevdîtin gelekî baş derbas bûne.

Muzakereyên xweser ên di navbera DYE û Talîbanê de sala borî dest pê kiribû. Rêveberiya Washîngtonê hewl dide 14 hezar leşkerên xwe yên li Efganistanê kêm bike.

Heke lihevkirin pêk were wê mudaxeleya DYE’yê ya 18 salan bi dawî bibe. Heyeta DYE’yê ji Talîbanê dixwaze agirbestê îlan bike û bi hikumeta Efganistanê re jî muzakereyên yekser bike.