DYA zerengiya nukleerî nûjen dike

DYA ku meha bihurî Rûsya û Çîn ji bo ewlehiya xwe ya netewî taloke dîtibû niha jî bi rapora nû ya nukleerî amaje pê kir ku wê pêşbaziya hêzê geş bike.

Pentagonê kitekitên Belgeya Lêkolînê ya Rewşa Nukleer a zerengiya nukllerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) weşand.

Misteşarê Pentagonê Patrîck Shanahan ê ku belge belav kirî, got DYA piştî nûjenkirina zerengiya nukleer niha jî divê pergala hîyerarşiyê û kontrolê jî bi asteke zêde nûjen bike. Li gorî vê serikên fûzeyên balîstîk ên ku li ber dest in û ji keştiyên bin zeryayê têne şandin wê werin kêmkirin, wê fûzeyên Cûrîse yên ji keştiyê têne avêtin werin nûjenkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê DYA’yê James Mattîs got nûjenkirina nukleerê bi Rûsyayê re têkildar e û got Rûsya ji 1990’î ve bi welatê wî re çekên nukllerî kêm kirine le piştre gelek çekên nukleer ên ku ‘ne stratejîk’ in dîsa daye sazkarkirin.

Mattîs her wiha got Rûsya di serî de dagirkirna Kirimê hevalbendên DYA’yê bi nukleerê tehdît dike û ev jî nîşan dide ku Rûsya dîsa biryar li ser ‘pêşbaziya hêzê’ daye.

DYA dibêje nûjenkirina nukleerê ne bi gefekê tê çêkirin, armanca sereke ew e ku pêşî li êrîşên nukleer û ne nukleer were girtin.