DYA zêde germ nêzî ‘herêmên ewle’ nabe
DYA bi tedbîr nêzî herêmên ewle dibe yên ku Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Sûriyeyê îlan kirine. Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mattîs ji bo planê got: “Dibe ku di detayan de tiştên girîng hebe”.
DYA bi tedbîr nêzî herêmên ewle dibe yên ku Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Sûriyeyê îlan kirine. Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mattîs ji bo planê got: “Dibe ku di detayan de tiştên girîng hebe”.
DYA’yê nerazîbûn nîşanî “herêmên ewle” da yên ku piştî hevdîtinên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê yên li Astanayê biryar dane ku li Sûriyeyê li 4 cihan ava bikin. Wezîrê Parastinê yên DYE’yê James Mattîs desnîşan kir, em ê detayên planê analîz bikin û wiha got: “Em ê bibînin bê ka bi kêr tê yan na. Dibe ku di detayan de tiştên girîng hebe”.
Mattîs beriya serdana li Danîmarkayê pirsên rojnamevanan bersivand û bi tedbîr nêzî planê bû û diyar kir ku hin gumanên Washîngtonê hene û divê li ser vî tiştî em zêde bixebitin.
Mattîs pirsî, “Hê detayên sereke ne diyar in. Wê kî ewlekariya ‘herêmên ewle’ bikin û wê kîjan kom li derveyî vî tiştî bimînin” û ji bo pirsa bidawîbûna şerê li Sûriyeyê jî got: “Her şer rojekê wê biqede. Em jî ji zû ve ye lê dikolin bê ka wê ev şer çawa bi dawî bibe. Ji ber vê jî em ê vê plana hatiye pêşkêşkirin analîz bikin û em ê bibînin ka çiqasî bikêrhatî ye. Dibe ku di detayan de tiştên girîn hebin, ne wisa? Divê em rewşê baş analîz bikin.”