Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) meha Gulanê bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişandibû û li dijî Îranê dest bi pêkanînan kiribû. Rêveberiya Îranê jî ragihand ku ev pêkanîn binpêkirina "Peymana Konsolosî û Têkiliyên Aborî û Wekheviyê ye" ku sala 1955'an di navbera DYA û Îranê de hatibû îmzekirin. Rêveberiya Îranê bi vê hincetê serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dabû. Dîwana Edaletê jî biryar da ku Îran di vê mijarê de mafdar e. Washîngtonê jî di ser vê peymana ku zêde nayê zanîn, bersiv da.
POMPEO: DIVIYABÛ BERÎ NIHA BI 39 SALAN HATIBÛYA BETALKIRIN
Peyman di dema rejîma Şahê de hatibû îmzekirin. Wezareta Karên Derve ya DYA'yê li ser betalkirina peymanê daxuyanî da û diyar kir, peyman beriya niha bi dehan salan kevn bûye. Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo destnîşan kir ku peyman diviyabû sala 1979'an di dema desthilatdarbûna rejîma Molla de bihate betalkirin.
Pompeo îdîa kir ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li Laheyê biryarên polîtîk daye.
Di biryara dadgehê de hatibû ragihandin ku DYA'yê bi têrkerî garantî nedaye ku pêkanînên li ser Îranê ferz dike bandorê li rewşa însanî neke.