DYA’yê ji ber S-400’î dengê xwe li Tirkiyeyê kir

Li DYA’yê Senatorê ji Partiya Demokrat Jach Reed û Fermandarê Hêzên Hevalbend ê Ewropayê yê NATO’yê Orgeneral Curtîs Scaparrotî li ser mijara pergala parastina hewayî ya Tirkiyê bi Rûsyayê re dengê xwe li Tirkiyê kirin û gotin wê encamên vê hebin.

Li gorî radyoya Dengê Amerîkayê Fermandarê Hêzên Hevalbend ên Ewropayê yê NATO’yê Curtîs Scarrapottî tevlî kombûna bi mijara bûdçeyê ya berevaniyê ya Komîsyona Karûbarên Çekdarî ya Senatoyê bû û bersiv da pirsên senatoran.

Li ser pirsa senatorekî, ku ji ber S-400’î ya ku Tirkiye wê ji Rûsyayê bistîne, dibe ku Kongre li ser Tirkiyê biryara pêkirinê bide, Scarrapottî got, ‘’Tirk hay ji vê hene. Ne tenê min, endamên dî yê hikûmeta me jî li ser encamên dî yên kirîna S-400’î bi zimanekî zelal Tirk agahdar kirin. Ji bo vê jî hay ji rewşê hene.’’

Scarrapottî got li ser vê mijarê ew bi Tirkiyê re didin û distînin û got bi ya wî peymana standina S-400’î hê temam nebûye.

Scarrapottî got, ‘’Ji bo pergaleke ku bi NATO’yê re lihev bistînin li gel ên dî, bi me re jî didin û distînin. Biya min hê dem li pêş me heye û nêhta min ew e ku ji bo ku pergaleke bi NATO’yê re li hev bistînin ez wan qanih bikim.’’

Senatorê ji Partiya Demokrat Jack Reed jî got biryara S-400’î bi wê potansiyelê ye ku talokeyê bîne ser hevkariya berevaniyê ya berfireh a di navbeyna DYA-Tirkiyêde.