DYA wê di dengdana têkildarî Kuba de bêje 'na'

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku wê li dijî pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya li ser rakirina ambargoya li ser Kubayê derkeve.

Ambargoya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di salên 1960'î de danî ser rêveberiya Kubayê, ji sala 2014'an û pê ve ji aliyê rêveberiya Barack Obama ve hatibû sistkirin.

Rêveberiya Obama par tevlî dengdana li ser pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya mehkûmkirina pêkanînên DYA nebûbû. Bi vî rengî, piştî 25 salan yekemcar tevlî vê dengdanê nebûbû.

Nûnera DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley der barê dengdana îsal de axivî û diyar kir, ku welatê wê di dengdana îsal de wê dengê 'na' bide. Berdevka Wezareta Karên Derve Heather Naûert jî destnîşan kir ku Haley pêşnûmeya ku ambargoya DYA ya li ser Kubayê mehkûm dike, qebûl nake.